لاپه‌ڕه‌ی سه‌ره‌کی | به‌ڵگه‌نامه‌ | Peyama Kongra Hizba Komunîste Iran`ê ya 10`ê bo binemalit canbextkirîa.

Peyama Kongra Hizba Komunîste Iran`ê ya 10`ê bo binemalit canbextkirîa.

گۆڕینی قه‌باره‌ی نوسین: Decrease font Enlarge font

Kongra Hizba Komunîste Iran`ê ya 10`ê bi deqîqek bêdengî bo qedirzanî ji bîra canbexitkrîa şola xo despêkir. Hewalit xoştevîe me ku bi xebatekî pir li fidakarî canê xo li rika rizgar kirina mirowa ji bindestî û zolm û zorê gorî kirin, hewalit xoştevîe me ku zolimeta cuvata bervare sermayderî da dijî xodanê deshelat û hukumetê serhildan û rika xebat bo paşerojekî baştir û cuvatekî azad û beraber xoş kirin, ve ronahî dane ser rika rizgarîa mirowa ji tuqa zolm, neberaberî, istismar û bêmafîê.

 

Heke îroke cîê xalîye xoştevît canbext kirî li kongra me û li nav binemalit ve da xoyae û bi dil tite seh kirin, belê bîra ev hewalit serfiraz û mirazin mrowanîe van li dilê me hemuya da û li berxodana her roje qata karker û xelkê belengaz û bindest saxo û geşe.

 

Em qedirzanî dikeîn ji rohîya blind û îrada mezine ve li hemberî xem û keserin girane jidest dana xoştevît xo, ku hevîdarî dilê me da digeşinît bo berxodan û pişve çunê. Ravestan û serfirazîa ve, şian û qavet û îrada me li xebat bo cuvatekî azad û beraber û berxodana tebaî û berheqe me, zidetir diket.

 

Bi bavirîa me pişkdarin Kongra Hizba Komunîste Iran`ê ya 10`ê, mezintirîn qedirzanî ji hewalit canbext kirîe me û hemo ev kesin ku bo serûbin kirina nezim û rewşa kevin û danana ximê dinyakê şenê mirowit azad û beraber, berxo dayne û canê xo gorî kirine, dirêjatî dan bi rika ev xoştevine heta geheştin bi armancin hêja û mezine vane.

 

Serfiraz bit bîra canbextkirîn rika sosyalîzm û beraberîa mirowa!

Kongra Hizba Komunîste Iran`ê ya 10`ê

Heyva Gelavij, sala 1389

 

 

  • ناردنی هه‌واڵ به‌ ئیمێل ناردنی هه‌واڵ به‌ ئیمێل
  • چاپكردنی هه‌واڵ چاپكردنی هه‌واڵ
  • ته‌نها به تێکست ته‌نها به تێکست

Tagged as:

هیچ چاوگێک بۆ ئه‌م هه‌واڵه دیارینه‌کراوه

هه‌ڵسه‌نگاندنی هه‌واڵ

5.00